"Sê namzedên me yên aşiyê yên nûjen li benda destpêkirina xebatên fazê ne"

"Sê namzedên me yên aşiyê yên nûjen li benda destpêkirina xebatên fazê ne"

 Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Dema em hatin rêjeya perwerdeya pêşdibistanê ji sedî 10 bû û niha derkete ji sedî 75an. Hedefa me ew e ku derxin ji sedî 100."

Serok Erdogan li Kuliyeya Serokkomariyê di Merasima Xelatên Zanistê ya Akademiya Zanistên Tirkiyeyê (TUBA) û Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknolojîk a Tirkiyeyê (TUBÎTAK) bû û axivî.

Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku ji bo di qada zanyarê da tişt bên kirin ew hewl didin û wiha pê da çû: "Îsal em ê bi bangeke teze va herî kêm 100 zanyarên di qada xwe da herî serkeftî li welêt bidin qezenckirin."

Serok Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye jî ji bo dawî li şewba Kovîd-19ê bê hewl da û wiha domand: "Me bi Platforma Tirkiyeyê ya Kovîd-19ê ya TUBÎTAKê ra seferberiya zanistê da destpêkirin. 436 lêkolînerên me li ser aşî û dermanan 17 projeyan didomînin. Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê, piştî Amerîka û Çînê welatê sêyan ê herî zêde bernameyên aşiya Kovîd-19ê dimeşîne em in."

Serok got ku niha jî li Tirkiyeyê xebatên bo aşiyê dewam dikin û axaftina xwe wiha domand: "Sê namzedên me yên aşiyê yên nûjen li benda destpêkirina xebatên fazê ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE