Êşa malbatên ewladên wan bi destê rêxistina terorê hatine revandin giran e

Êşa malbatên ewladên wan bi destê rêxistina terorê hatine revandin giran e

Li Wanê êş û jana malbatên ku PKKya rêxistina terorê ewladên wan revandine û ji ewladên xwe mehrûm mane dil û kezeba merivan dax dike.

Malbatên ji zarokên xwe hatine qetandin ji 27ê sibatê vir da her hefteyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a Wanê çalakiya rûniştinê dikin.

Di encama xebatên qanîkirinê yên hêzên ewlekariyê da gelek malbat gihîştin ewladên xwe û malbatên li Wanê çalakiyê dikin jî li benda ewladên xwe ne.

- "Ez qîza xwe dixwazim, heke min dibihîze bira bireve teslîmî edaletê bibe"

Nazli Aslana ji bo Hatîceya qîza xwe ya 6 sal berê di 16 saliya xwe da hat revandin ji Hekariyê hat û beşdarî çalakiyê bû wêneyên qîza xwe hembêz dike û bi hesreta ewlada xwe dijî.

Aslanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi salan e li ewlada xwe digerin lê xeberekê jê hilnadin.

Aslana dayik got Kadîr Aslanê li qîza xwe digeriya 3 sal berê li nêzî gundê Oxulê bi destê PKKyiyan hat kuştin û wiha pê da çû:"Ez ji bo qîza xwe beşdarî çalakiyê bûm. Qîza min 6 sal berê di pola ewil a lîseyê da dixwend û hat revandin. Ji ber ku li qîza xwe digere bavê wê jî 3 sal berê bêyî sedem kuştin. Hetanî mirinê jî ez ê li qîza xwe bigerim û ji bo aqûbeta wê hîn bibin bixebitim. Lewra êşeke mezin berî me dan. Hem qîza min revandin hem jî mêrê min kuştin. Ma Xwedê vê qebûl dike? Ev çi ye, wijdan e ev çito edalet e? Mêrê min ê bê guneh kuştin. Êşeke mezin berî min û ewladên min dan. Ez qîza xwe dixwazim, heke min dibihîze bira bireve teslîmî edaletê bibe.

- "Ne şeva me heye ne jî roja me"

Zumrut Salîma kurê wê 5 sal berê di 14 saliya xwe da ji qursa Quranê hat revandin jî got PKKyiyan xeyalên kurê wê yê dixwest bibe hafiz dizî.

Salîmê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha axivî: "Dema Quran dixwend revandin teslîmî PKKyê kirin. Ez kurê xwe ji HDP û PKKyê dixwazim. Hetanî wî hilnedim ez ê hizûrê bi wan ra nehêlim. Ji me çi dixwazin, çima vê zilmê tînin serê me? Ez bangî kurê xwe dikim, heke min dibihîzî were teslîm bibe, tu halê min dibînî. Ez pêrîşan bûm. Ne şeva me heye ne jî roja me. Dilê min dişewite."

Salîha Merta kurê wê 7 sal berê bi destê PKKyiyan hat revandin diyar kir ku hejmara malbatan û piştgiran her ku diçe zêde dibe.

Mertê got ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin, dayikê vê têkoşînê qezenc bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE