''Sala bê em dest bi hilberandina lokomotîfa bi ceyranê dixebite dikin''

''Sala bê em dest bi hilberandina lokomotîfa bi ceyranê dixebite dikin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Sala bê em dest bi hilberandina lokomotîfa bi ceyranê dixebite ya neteweyî dikin."

Serok Erdogan li Balafirgeha Ataturkê di Şûreya Ragihandin û Gihandinê ya 12emîn da axivî.

Serok Erdoganê diyar kir li ser vê erdnîgariyê di dîrokê da her gav guherînên mezin çêbûne, got ku Tirkiye jî wek dewleteke li ser vê axê bi berpirsyariya pêşengiya pêşerojê ra rû bi rû ye.

Erdogan di axaftina xwe da der barê hilberîn û lojîstîkê da got ku em ê binesaziya xwe ya heyî baş biemilînin û bi veberhênanên nû pêşva bibin û firsendên li ber xwe binirxînin.

Serok Erdogan diyar kir xeta rêya trênê ya 12 hezar û 803 kîlomêtro ye gava teslim hildane bi temamî nû kirine.

Erdogan destnîşan kir bi saya veberhênanên wan yên rêbejayê li welatê wan çûyîn û hatina wesaîtan ji sedî 170 zêde bûye û rêjeya qezayan jî ji sedî 80 kêm bûye.

Serok Erdogan diyar kir li nav welêt hejmara balafirgehan ji 26an derxistine 56an û got ku tevî balafirgehên tên çêkirin ev hejmara wê derkeve 61ê û wiha pê da çû, "Balafirgeha Stenbolê li dinyayê di rêza 2yemîn da ye. Li Ewropayê jî di nav balafirgehên qerebalix da di rêza ewil da ye."

Erdogan diyar kir sala bê wê dest bi hilberandina lokomotîfa biceyran ya neteweyî bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE