"Sala pêş em ê mîqdara burs û krediyê zêde bikin"

Serok Erdogan diyar kir ku ew ê mîqdara bursê zêde bikin û wiha pê da çû: "Me biryar da di vê heyama perwerdeyê da burs û krediyê ji bo lîsansê 500, ji bo lîsansa bilind hezar û ji bo doktorayê hezar û 500 be."

"Sala pêş em ê mîqdara burs û krediyê zêde bikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê mîqdara bursê zêde bikin û wiha pê da çû:"Me biryar da di vê heyama perwerdeyê da burs û krediyê ji bo lîsansê 500, ji bo lîsansa bilind hezar, ji bo doktorayê hezar û 500 be."

Serok Erdogan di Merasima Vekirina Sala Akademîk a Perwerdeya Zanîngehê da li Navenda Çand û Kongreya Miletê ya Beştepeyê axivî û ragihadand ku ew ê ji bo zanîngehan dest bi hemleyeke teknolojîk bikin û wiha dewam kir: "Em dixwazin bi Ofîsa Vegerîna Dijîtal va bi piştgiriya sektora taybet û zanîngehên me hemleya teknolojiyê bidin destpêkirin. Em dixwazin di mijara pêşxistin û bikaranîna teknolojiyên dijîtal da têkevin nav welatên peşîkêş. Em biryardar in. Em bi tenê dikarin bi rêyê refaha civakî û aboriyê xwe pêş bixin. Ji bo vê em ê piştgiriyê bidin projeyên hêza reqabetê û ber û bereketê zêde dikin."

Di axaftina xwe da Serok Erdogan destnîşan kir ku lazime xwendekar bi dersên li dibistanan hîn dibin va bikaribin zanîngehê qezenc bikin û wiha pê da çû: "Armanca me ewe ku xwendekarên me bi dersên li dibistanên xwe hîn dibin va bêyî alîkariya taybet a ji sazî û şexsan bikaribin bikevin zanîngehan, em dixwazin vê pergalê ava bikin û bidin rûniştandin."

Serok Erdogan diyar kir ku li hemû zanîngehan wê navendên kariyerê bên avakirin û got: "Ev navendên kariyerê ji sala ewil a ku xwendekar dest bi dibistanê dikin pê va wê di mijara kariyerê da ji wan ra rêberiyê bikin û ev navend bi sektora reel ra hevkariyê bikin û xebatên xwe bidomînin."

- Sîstema Qabîliyetê

Serok Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got: "Plana me ew e ku bi Ofîsa Çavkaniyên Mirovan va xebatên pêşeroja xwendekarên me yên zanîngehê eleqedar dike amade bikin. Di vê çarçoveyê da karê ewil ê ku em ê bikin jî derbasbûna 'Sîstema Qabîliyetê' ye.

Em wisa plan dikin ku di kar da bicihkirina kesên zanîngeh qedandine ji hêla beş û zanîngehê va bişopînin û bipîvin. Bi vî awayî kîjan zanîngeha me di kîjan beşê da xwendekarên me bi cih kiriye û bi kêr hatiye emê bibînin. Heta dibe em ê wisa bikin ku li gor van rêzikan piştgiriya didin zanîngehên xwe kifş bikin."

Erdogan destnîşan kir ku ji bo xwendekarên jîr û xwedî qabîliyet wê fersendên xweş pêşkeş bikin û wiha dewam kir: "Em ê firsendên kariyerê yên zehf taybet pêşniyazî xwendekarên bi qabîliyet ên zanîngeh qedandine bikin, ji bo ku di sektora taybet da werin nirxandin emê bixebitin."

Serok Erdogan got ku heke pêşerojeke ewledar bê avakarin ew yek jî bi perwerdehiyê mimkun e û wiha pê da çû: "Heke dixwazin pêşerojeke ewledar ava bikin dibê em ji perwerdeyê dest pê bikin." 

Serokomar Erdogan li ser mijara zimanê biyanî jî axivî û got: "Di mijara hînkirina zimanê biyanî da em dixwazin navendeka standardê ava bikin. Ji bo vê jî ezmûnên têrdarî û muefiyeta zimanên biyanî yên zanîngehan bi navendî ji ser OSYMyê dibe bê kirin."

Erdogan bal kişand ser tesîra perwerdeyê ya li ser hezkirina welêt û got: "Tu kesekê ku di jiyana perwerdeyê da bi hişmendiya 'alayek, welatek, miletek, dewletekê' mezin bibe ew ê ne li derva ne jî li hundir li dijî welata xwe çelakiyan neke."

- Neslê Asim

Serok Erdogan ragihand ku ew di mijara mezinkirina 'Neslê Asim' a Mehmet Akîf Ersoy qal dike da zêde biserneketin û wiha pê da çû: "Me her çiqasî li gor hejmarê serkeftineke mezin bi dest xistibe jî ligel vê li gor min bi gotina Mehmet Akîfê rihmetî di mijara mezinkirina 'Neslê Asim' da êm pêş neketin. Înşaellah em ê di heyama pêşiya me da vê kêmasiya xwe temam bikin."

Serokomar Erdogan rêveberiyên zanîngeh û akademîsyenan jî xwest ku bila teraliyê nekin û got: "Li cihekî ku zanîngehên me û akademîsyenên me di nav teraliyê da bin bendewariya ji civakê û pêngaveke mezin a ji wê civakê hêviyeke badilhewa û beredayî ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2018, 17:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE