Ji bo salvegera erdheja Marmarayê ya 19emîn duh li Qada Sultanehmedê merasimek hat lidarxistin.
Ji bo bibîranîna erdhejê bi hevkariya Wezareta Karên Navxweyî, Serokatiya Rêvebirina Afat û Rewşa Bilez (AFAD), Saziya Sîgorteya Afatên Siruştî (DASK), Heyva Sor ya Tirk, Şarederiya Bajarê Mezin a Stenbolê û Bêşa Kordînasyona Projeyan a Walîtiya Stenbolê merasimek hat lidarxistin.
Merasima ku li Qada Sultanhemedê hat kirin êvarê dest pê kir. Şev saet 03.02an ji bo kesên di erdhejê da mirin sîrên lê dan.
Merasim piştî diayê Miftiyê Stenbolê Hasan Kamîl Yilmaz kir qediya.
Di çalakiyê da AFADê der barê tedbîrên erdhejê da agahî dan welatiyan. Di çalakiyan de der barê erdhejê da gelek belgefîlm, kurtefîlm û anîmasyon hatin nîşandan.
Serokê AFADê Dr. Mehmet Gulluoglu, Midûrê Giştî yê Heyva Sor ya Tirk Dr. Kerem Kinik, Midûrê Giştî yê Saziya Sîgorteya Afatên Siruştî Murat Kayaci û hin midûrên saziyan û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. AA