Salvegera 1emîn a çalakiya dayikên Diyarbekirê

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin îro saleke xwe tije kir.

Salvegera 1emîn a çalakiya dayikên Diyarbekirê

Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin îro saleke xwe tije kir.

Malbatên li ber avahiyê HDPyê nobedê digirin pankarteke 25 mêtroyî ya li ser wêneyê zarokên wan heye vekirin û bertek nîşanî HDP û PKKyê dan.

- "Em saleke li ber derê wan in"

Suleyman Aydinê ji bo kurê xwe Ozkan Aydin beşdarî çalakiya rûniştinê bûye got HDPyê zarokên wan şandiye çiyê, 5 sal ew xeberê ji kurê xwe hilnade û wiha axivî: "Parlamenterên HDPyê zarokên xwe dişînin Ewropayê, zarokên malbatên Kurd jî di şikeftan da mehkûmî mirine dikin. Heke hinek wîcdana wan hebe bila êdî şerm bikin. Çawa ku zarokên malbatên kurd şandine çiyê bila wisa jî paşve bînin. Em saleke li ber derê wan in."

- "Bila van zarokan nebin çiyê"

Şevket Altintaşê ji bo kurê xwe Muslum yê ku PKKya rêxistina terorê revandiye çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bûye jî wiha got: "Heke van şerm bikira ewê bihatana û ji me ra wê tiştekî bigotana. Kesên ji aliyê din ê dinyayê dengê me bihîst, lê mixabin vana dengê me nebihîst, nexwestin bibihîzin. Em dixwazin zarokên me heman xelas bibin û bên berdan. Bila van zarokan nebin çiyê. Bila ji vî wêneyê îbretê bigirin. Bi hezaran malbatên din jî hene ku nikarin bên vir."

- "Em ewladên xwe dixwazin"

Bav Celil Begdaş jî spasiya xebatkarên êapemeniyê kir û wiha got: "Ez bangî parlamenteran dikim, de ka kerem bikin zarokên we li ku ne, yên me li ku ne. Em dibêjin êdî bes e. Em ewladên xwe dixwazin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE