Mustafa Kemal Ataturkê serok û avakarê Komara Tirkiyeyê di jiyana xwe ya 57 salan da ji bo serxwebûna gel û welatê xwe di her têkoşînê da serfiraz bû û li dîroka Tirkiye û dinyayê navê xwe bi herfên zêrîn da nivîsandin.
Ataturkê Serokê Mezin di sala 1881î da li Selanîkê hat dinyayê.
Mustafa Kemal Ataturkê bi hişmendiya xwe ya siyasî û eskerî va li dîroka Tirkiye û dinyayê navê xwe bi herfên zêrîn da nivîsandin di 10ê mijdara 1938an saet 09.05an da li Qesra Dolmabaxçeyê mir.
- Cinazeyê Ataturk di 10ê mijdara 1953yan da neqlî Anitkabîrê kirin
Tabuta Ataturk a alaya Tirkiyeyê lê alandibûn li Qesra Dolmabaxçeyê li ser katafalkê 3 rojan ji bo ziyareta gel hat hîştin.
Paşê di 20ê mijdara 1938an da cinaze anîn Enqereyê û di 21ê mijdara 1938an da bi merasimeke mezin va xistin mexberê wî yê berwext ê li Muzeya Etnografyayê. Hemû dewletên dinyayê nûner şandin merasima cinaze. Di merasimê da generalên di şerê Çeneqeleyê û şerên din da li dijî wî şer kiribûn jî beşdar bûn.
Cinazeyê Ataturk di salvegera 15 an mirina wî da di 10ê mijdara 1953yan da neqlî Anitkabîrê kirin.
AA