Salvegera 95emîn a Komarê tê pîrozkirin

Salvegera 95emîn ya avakirina Komara Tirkiyeyê bi merasiman tê pîrozkirin

Salvegera 95emîn a Komarê tê pîrozkirin

Salvegera 95emîn ya avakirina Komara Tirkiyeyê li giştiyê welêt, Qibrisê û nunertiyên dervayî welêt bi merasiman tê pîrozkirin.

Li Diyarbekir û Wanê ji bo 29ê Cotmehê Cejna Komarê merasim hat lidarxistin.

Di bernameya ku li navçeya Yenîşehirê Parka Anitê hat lidarxistin da Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Cumalî Atîlla, Fermandarê Şaxartêşa 7em û Garnîzonê Korgeneral Sînan Yayla, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Talîp Gul di çarçoveya pîrozbahiyên salvegera 95em a îlankirina Komarê çelenk danî ber Bîrdariya Ataturk.

Piştî danîna çelenkê rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Nûnerên qamû û saziyên civata sivîl jî beşdarî merasimê bûn.

- Wan

Li Wanê jî pîrozbahiyên salvegera 95emîn a avakirina Komara Tirkiyeyê bi danîna çelenkê va dest pê kir.

Ji ber Cejna Komarê li baxçeyê walîtiyê merasima pêşkêşkirina çelenkê hat lidarxistin.

Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Murat Zorluoglu, Fermandarê Şaxartêşa Asayîşê ya Cendirmeya Wanê Tumgeneral Haci Îlbaş, Midûrê Emniyeta Bajêr Mehmet Suat Ekîcî, Alîkarên Walî, Qaymeqam û hin nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, xazî û xwendekar beşdarî merasimê bûn. Di merasimê da çelenk pêşkêşî Bîrdariya Ataturk hat kirin, rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Piştî merasimê Walî Zorluoglu û Îlbaş li baxçeyê walîtiyê seba bîrdariya sala 95emîn fîdan danî.

Ji bo pîrozbahiyê fîdan li welatiyan jî hat belakirin.

Kapadokya

Li Kapadokyaya ku yek ji navenda turîzmê ye turîst pifikên hewayê yên ji ber Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê hatine amadekirin, siwar bûn.

Pifikên alayên Tirkiyeyê pê va hatine daliqandin firiyan ku turîst ji esman bajar temaşe bikin.

Ev pifik li bajaroka Goremeyê beriya tav derkeve hatin amadekirin, alayên Tirkiyeyê pê va hatin girêdan.

Turîst li van pifikan sîwar bûn û qasî saetekê li esman turek avêtin.

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2018, 19:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE