Salvegera 98em a Serfiraziya Mezin

Li tevahiya welêt ji bo salvegera 98em a Cejna Serfiraziyê ya 30ê Tebaxê merasim tên lidarxistin

Salvegera 98em a Serfiraziya Mezin

Li Wan, Hekarî, Bidlîs, Muş, Şanliurfa, Adiyeman û Mêrdînê ji bo salvegera 98em a Cejna Serfiraziyê ya 30ê Tebaxê merasim hatin lidarxistin.

Li pêşiya Walîtiya Wanê merasim hat lidarxistin û çelenk danîn ber Bîrdariya Ataturk û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

- Hekkarî

Li pêşiya Walîtiya Hekariyê merasim hat lidarxistin û çelenk danîn ber Bîrdariya Ataturk. Piştî rêzgirtinê Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

- Bidlis

Li Bidlîsê piştî ku çelengên Walîtiya Bidlîsê û Şaredariyê danîn ber bîrdariya Ataturk, rêz hat girtin xw Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

- Mûş

Li pêşiya Qonaxa Hikûmetê ya Mûşê merasim hat lidarxistin û piştî ku çelenk danîn ber Bîrdarîya Ataturk, rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

- Şanliurfa

Li Şanliurfayê ji bo 30ê Tebaxê Cejna Serfiraziyê li Bîdariya Şehîdan merasim hat lidarxistin.

- Adiyeman

Li baxçeyê Walîtiya Adiyemanê merasim hat lidarxistin, Walî Mahmut Çuhadar, Şaredar Suleyman Kilinç û rayedarên din çelenk danî ber Bîrdariya Ataturk.

- Mêrdîn

Li Omerlî û Midyadê ji bo salvegera 98em a Cejna Serfiraziyê ya 30ê Tebaxê mersim hatin lidarxistin. Di merasima ku li pêşiya Qonaxa Hikûmetê hat lidarxistin da piştî ku rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin, merasim kuta bû.

Di merasiman da peyama pîrozbahiyê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat xwendin, Waliyên Bajêran û heyetên pê ra goristan û şehîdgeh ziyaret kirin, şehîd li ber qebrên wan hatin bibîranîn, ji wan ra Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE