Salvegera bûyerên 6 û 8ê cotmehê

Di wan rojên reş de 53 kes hatibûn qetilkirin.

Salvegera bûyerên 6 û 8ê cotmehê

Di havîna 2014an de rêxistina terorî DEAŞê, li Sûriyeyê berê xwe da Kobaniyê. Di navbera terorîstên DEAŞ û YPGê de şer dest pê kir. Rêvebirên HDPê yên wê demê bangî partîgirên xwe kirin û gotin “Derkevin derve, li ber xwe bidin.” Li ser bangê alîgirên rêxistinê bi hinceta Kobanîyê derketin kûçe û kolanan, her der talan kirin, şewitandin û 53 însanên bêguneh kuştin...

Di destên wan de çek û sîleh hebûn û berê wan li sivîlên bêguneh bû…

Derketibûn derve kûçe û kolanên welêt talan dikirin, avahiyên fermî û yên partiyan dişewitandin…

Gule berdidan însanan...

Wesaîtên xwe diajotin ser wan û gencên 15 salî ji avahiyên bilind diavêtin jêr…

Şerê Kobanîyê ji xwe re dikirin mane…

Wan êrîşên hovane 3 roj dewam kir.

Gelo di wê aloziya 6 û 8ê Cotmeha 2014an de çi qewimî? Sebep çi bûn? Çima wê kaosê rû da û ewqas însan hatin kuştin?

Di havîna 2014an de rêxistina terorî DEAŞ li Sûriyeyê gav bi gav bi pêş ve diçû…

Berê wan jî li bajarê Kobanîyê bû.

DEAŞê ji 3 aliyan ve Kobanî dorpeç kiribû û xelkê wê derê jî berê xwe dabû Tirkiyeyê.

Di wî devî de heyeta HDPê çû Kobanîyê. Çaxa vegeriya HDPê bangî alîgirên xwe kir û got: “Ji bo piştevaniya Kobanîyê derkevin derve û li ber xwe bidin.”

Piştî bangê, kuçe û kolanên herêmê tevlîhev bûn.

Aloziya ku bi dar û keviran dest pê kir di demeke kurt de giran bû, li Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Şirnex, Wan û bajarên din belav bû.

Ji ber alîgirên terorê ji 300 milyon lîreyî zêdetir zerar li wan bajaran ket.

Ne tenê pevçûn; talankirin, şewitandin, qetilkirin û kuştin jî qewimî.

Di 7ê cotmehê de li Diyarbekirê Yasin Börü û 3 hevalên wî bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Wî bi hevalên xwe Ahmet Dakak, Riyad Güneş û Hasan Gökguz ve goştê qurbanê belav dikir.

Şahidên wan bûyerên qirêj if Er û Mehmet Gokguz behsa wan rojên reş kir.

Di 2014an de me bi hevalên xw ve goştê qurbanê belav dikir. Para 3 malan mabû, em ketin kuçeyekê lê komekê riya me birî. Ew li ser banga HDPê derketibûn derve. Ew xelkên me bûn lê di nav wan de gelek kesên xerîb jî hebûn.

Hevalê Yasinê 16 salî, Yûsif Er jî di bûyeran de birîndar bû. Ew dibêje "HDPê li me wisa kir".

"Berpirsê eslî yê wan bûyeran HDP ye; parlementer û rêvebirên wê ne. Em ji hesabê medyaya civakî yê HDPê jî dibînin yên ku gel teşwîqî wê tevliheviyê kirin HDP û terefterên wê ne.

Bavê Hesen Gökguz, Mehmet Gökguz jî dixwaze mesele rojek beriya rojekê bi edaletê safî bibe.

Ev bûyerên terorî ne bi tenê li Diyarbekirê, li bajarên din jî qewimîn.

Li Muş, Batman, Van, Gaziantep, Şanlıurfa, Siirt, Mardin û Bingölê…

Wehşeta 6 û 8ê cotmehê 3 rojan dewam kir. Di dawiya wê kaosê de 53 însan hatin kuştin, 221 sivîl, 139 polîs birîndar bûn. 144 kargeh, 14 saziyên resmî, 17 avahiyên bankayan, 4 mekteb, 88 wesaît û gelek avahiyên partiyan hatin şewitandin.

Piştî aloziyê nêzî 200 kes hatin qefaltin. Qatilên Yasin Börü û hevalên wî jî bi destê mehkemeya Enqerê hatin cizakirin.

Bavê Hesen Gökguz li ser îdiaya Feto û vebûna dosyeya Kobanê jî got "em li hêviya edaletê ne".

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE