Salvegera fetha Mekkeyê

Li gelek bajaran 1388. salvegera Fetha Mekkeyê hat pîrozkirin.

Salvegera fetha Mekkeyê

Sazî û komeleyên îslamî 31ê kanûnê ji dêvla pîrozbahiya sersalê, salvegera fetha Mekkeyê pîroz kirin. Lı gelek bajaran coş û kelecana ji bo Mekkeyê hebû. Qur’an hat xwendin, dia hatin kirin û beyt û qesîde hatin gotin.

Dawiya salê şeva 31ê kanûnê wek salvegera Fetha Mekkeyê tê pîrozkirin.

Komeleya Ciwaniyê ya Anadolê li 81 bajaran li 600 navendî bernameyên pîrozbahiyê li dar xistin.

Li bajarê Pêxember û sehabeyan jî coş û şahiya Mekkeyê hebû.

Li Navenda Kongre û Çanda Amedê çalakiya 1388emîn salvegera fetha Mekkeyê hat organîzekirin.

Gelên Diyarbekirê eleqeyeke mezin nîşan dan. Welatî tevî zar û zêçên xwe beşdarî pîrozbahiya fethê bûn.

Bernameyê bi xwendina Qur’ana pîroz dest pê kir.

Piştî xwendina kelama Xwedê Serokê Komeleya Ciwaniyê ya Anadolê Abdurrahman Ergin, derbarê fetha Mekkeyê de axivî.

Şevê bi xwendina helbest û qasîdeyan dewam kir.

Bername bi vekirina kermesa xwarinê jî bi dawî bû.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2019, 13:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE