Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel li ser vexwendina Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat Îstanbulê.
Balafira ku Merkel pê hat saet 23.15an daket Balafirgeha Ataturkê.
Angela Merkel û heyeta pê ra di nav tevdîrên ewlehiyê da ji balafirgehê derketin.
Di hevdîtinê da wê gavên pêwist yên ji bona geşedanên hevkariya di navbera herdu welatan da bên gotûbêjkirin û herwiha di çarçoveya Serokatiya Serdemê ya Almanyayê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da ku wê ji meha Tîrmehê dest pê bike, bi giranî mijarên weke têkiliyên Tirkiye û YEyê, pêvajoya beşdariyê, rojanekirina Yekîtiya Gumrikê û serbestiya vîzeyê wê bên axaftin.
Wek mayîn di hevdîtinan da wê ji xeynî têkiliyên dualî, di serî da Libya û Sûriye li ser mijarên herêmî û navdewletî jî biaxivin.AA