"Şaredaran serî li rê û rêbazên xelet xist"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Mixabin van şaredaran dîsa di ciyê ku li gor hiqûqê hereket bikin serî li rê û rêbazên xelet xist."

"Şaredaran serî li rê û rêbazên xelet xist"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Mixabin van şaredaran dîsa di ciyê ku li gor hiqûqê hereket bikin serî li rê û rêbazên xelet xist."

Çelik biryara Wezareta Karên Navxweyî ku ji bona şaredariyên bajarê mezin yên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê qeyum hatin tayînkirin ji AAyê ra nirxand.

Berdevkê AK Partiyê Çelik destnîşan kir mixabin van şaredaran dîsa di ciyê ku li gor hiqûqê hereket bikin serî li rê û rêbazên xelet xist û wiha got: "Meseleya esasî ew e ku kesên bi rayên gel hatine hilbijartin divê li gor rêgezên dewleta hiqûqê xizmeta gel bikin."

Çelik der barê rexneyên ji bona wezîfedarkirinên li sê şaredariyên bajarên mezin da wiha got: "Rexne hesasiyetên çarçoveya hiqûqê raçav nakin û wek rexneyên siyasî tînin rojevê. Berevajiyê vê em dibînin ku bi tu awayî hesasiyetên hiqûqê yên rexneyan tunene, tenê bin mulahazayên siyasî tên kirin."

Berdevkê AK Partiyê Çelik diyar kir argûmaneka bêrêziya îradeya gel derdixin pêş û wiha axivî: "Bêrêziya îradeya gel ew e ku meriv ji bo demokrasî û hiqûqê ji gel reyê bistîne û paşê bibe van derfetan seba rêxistina terorê bixebitîne. Di eslê xwe da bêrêziya îradeya gel wiha tê kirin." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE