Wezareta Tendirustiyê ji bo vaksîna CoronaVacê ya ku ji aliyê Saziya Derman û Cîhazên Tbbî ya Tirkiyeyê (TİTCK) analîzên wê qediyan, "Pesenda Bikaranîna Acil" da.
Di daxuyaniya Saziya Derman û Cîhazên Tbbî ya Tirkiyeyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya têkoşana dijî Kovîd-19ê de ya ku ji aliyê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê û Wezareta Tendirustiyê ve weke nexweşiyeke pandemî û herwiha nexweşiyeke cidî ku tendirustiya gel tehdît dike hatiye qebûlkirin, vaksîna bi navê "Flakona ku Coronavac 600 SU/0.5 ml IM Enjeksiyon Suspansiyon di xwe de digire" ji bo Pesenda Bikaranîna Acil hat nirxandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di vê çarçoveyê de dema daneyên zanistî hatin nirxandin, ji aliyekî ve nimûneyên ku gihiştin welatê me, li labaratuarên saziya me 14 rojan hatin testkirin.
Di encama test û nirxandinên zanistî de Wezareta Tendirustiyê ji bo vaksîna Saziya Derman û Cîhazên Tbbî ya Tirkiyeyê "Pesenda Bikaranîna Acil" da.
AA