"Seferên balafiran ên di navbera Tirkiye û Îranê da ji 1ê Tebaxê pê va bên destpêkirin"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu daxuyand tê plankirin ku seferên balafiran ên di navbera Tirkiye û Îranê da ji 1ê Tebaxê pê va bên destpêkirin.

"Seferên balafiran ên di navbera Tirkiye û Îranê da ji 1ê Tebaxê pê va bên destpêkirin"

Piştî hevdîtinê Çavuşoglu û Zerîf daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan.

Çavuşoglu got piştî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mêvanî wî yê ewil ê fermî hemtayê wî Zerîf e ku ew ji ber vê kêfxweş e û ew der barê têkiliyên herdu welatan da axivîne.

- "Seferên balafiran ên di navbera Tirkiye û Îranê da ji 1ê Tebaxê pê va wê bên destpêkirin"

Wezîr Çavuşoglu behsa şewba koronayê kir û wiha axivî: "Piştgiriya ku me di dema pandemiyê da da, emê piştî vê jî ji bo zêdekirina bazirganiyê û mijarên lojîstîkê jî bidin. Ji bo hedefên me yên hevparem divê bi hev ra gavan bavêjin, di vê mijarê da em wek hevdu difikirin."

Der barê seferên balafiran û vekirina sînorên di navbera Îran û TIrkiyeyê da Çavuşoglu wiha axivî: "Me sînor vekirin. Ji bo derbasbûna bi balafirê û sînoran jî emê bixebitin. Ev ji bo turîzmê ji bo herdu aliyan jî girîng e. Heke pirsgirêkek çênebe tê plankirin ku seferên balafiran ên di navbera Tirkiye û Îranê da ji 1ê Tebaxê pê va bên destpêkirin."

Çavuşoglu behsa terorê ya li herêmê kir û wiha got: "Li herêma me teror heye. Teror dijminê me hemûyan e. Em li ser têkoşîna dijî terorê jî axivîn. Hûn rewşa li Sûriyeyê dizanin. Ji bo ku ji vir pê va jî li Sûriyeyê aştiyeke mayînde çêbibe divê em gavên berbiçav bavêjin. Ji yek wan jî komsyona qanûna bingehîn e. Di meha tebaxê da ewê bicive û divê ev bi serkeftî be."

Derbarê mueyîdeyên li hemberî Îranê tên kirin da jî Çavuşoglu got ew dijî vê yekê ne.

Wezîr Çavuşoglu behsa mijara LIbya, Yemen, Îdlib, Filistînê jî kir û got divê li van deran aştiyeke mayînde hebe û ewê bi hev ra havan bavêjin.

- "Ez spasiya Tirkiyeyê dikim"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf jî got ew ji ber vê hevdîtinê kêfxweş e û ew li ser mijarên herêmî û têkiliyên herdu welatan axivîne.

Zarîf ani ziman ew bi wê hêviyê ne ku seferên balafiran ên di navbera Îran û TIrkiyeyê da bên vekirin.

Ji ber alîkariya tibî ya Tirkiyeyê ya ji bo Îranê Zerîf kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Ji ber piştgiriya ku di dema şewbê da da gelê Îranê, ez spasiya Tirkiyeyê dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE