Seferên Silêmaniyê yên THY’yê dest pê kirin

Rêhewayên Tirkiyê piştî navbereke dirêj dest bi seferên Silêmaniyê kir

Seferên Silêmaniyê yên THY’yê dest pê kirin

Rêhewayên Tirkiyeyê piştî salek û nîv dest bi seferên silêmaniyê kir. Balafira ewil çû balafirgeha silêmaniyê û di saet 4an 10 bibore piştî nîvro de dîsa berê xwe da balafirgeha atatürkê

Rêhewayên Tirkiyeyê THY piştî navbereke dirêj seferên xwe yên Silêmaniyê dîsa dan destpêkirin.

balafira ku ji Balafirgeha Atatürkê rabû piştî 2 saet û nîvan li Balafireha Silêmaniyê danî.

Heman balafir piştî nîvro di saet 4an 10 bibore berê xwe da Balafirgeha Atatürkê.

Hat eşkerekirin ku dê rêhewayên Tirkiyeyê hefteyê 7 seferên Silêmaniyê bike.

Rayedarên parêzgeha Silêmaniyê ji Tirkiyê re spas kirin.

Wekî tê zanîn hikûmeta navendî ya İraqê di sala 2017an de ji bo balafirên Hewlêr û Silêmaniyê yên li bakurê İraqê qedexeya firînên navneteweyî anî bû.

Kargehên rêhewayên Tirkiyeyê jî li gorî vê yekê seferên xwe dabûn rawestandin.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE