Seferên trêna bilez hatin betalkirin

Xebatkarên Gara Konyayê bilêtên rêwiyan betal kirin û daxuyandin sefera saet 11.30an jî hatiye betalkirin.

Seferên trêna bilez hatin betalkirin

Piştî qezaya Trêna Bilez (YHT) ya ku sefera Enqere-Konyayê dikir, seferên saet 09.15 û 11.30an hatin betalkirin.

Trenê serê sibê li Enqereyê qeza kir û jê 3 makînîst 9 kes mirin û 47 kes birîndar bûn. Piştî qezayê seferên di navbera Enqere û Konyayê da hatin rawestandin.

Rêwiyên dixwestin serê sibê di saet 09.15an da ji Konyayê herin Enqereyê ji ber ku sefer betal bûn bilêtên xwe paşve dan.

Xebatkarên Gara Konyayê bilêtên rêwiyan betal kirin û daxuyandin sefera saet 11.30an jî hatiye betalkirin.

Hat ragihandin rêwiyên piştî van seferan wê heta îstgeha Eryamanê bikaribin herin.

Hin rêwiyên bilêtên xwe betal kirin jî bi wesayîtên din çûn Enqereyê.

Mustafa Çeşmeciyê ku wê bi sefera saet 11.30an biçûya Enqereyê got ewê demekê jî li garê bisekine û heke sefer neyên kirin ewê bi rêyeke din here Enqereyê.

Çeşmecî got tiştekî ew bikin tune, bila derbasî be.

Mehmet Berk Bagciyê wê bi sefera saet 09.15an biçûya Enqereyê jî wiha got: "Ezê biçûma dîtina xwîşka xwe ya nexweşa pençeşêrê ye, lê dibêjin seferên sibê jî betal bûne. Dibe ku ez duşemê herim. Min bilêta xwe betal kir. Serê sibê dema ez ji bo trênê dihatim çûm marketekê, min di têlevizyonê da qeza dît."

Rêwî Elîf Suyê jî got ewê biçûya ziyareta hevalên xwe lê ji ber qezayê wê jî bilêta xwe betal kiriye.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2018, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE