Şehîdên Zelandaya Nû hatin bibîranîn

Ji bo şehîdan li Zelandaya Nû merasîma bîranînê hat kirin...

Şehîdên Zelandaya Nû hatin bibîranîn

Ji bo şehîdên ku li zelandaya nû hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li seranserê zelandaya nû banga mela di radyo û televizyonan de bi zîndî hat weşandin. Di merasîma li bajarê kraystçörçê de serokwezîra zelandaya nû ardern û wezîrên hikûmetê jî hebûn.

Li Zelandaya Nû şehîdên terorê hatin bibîranîn.

Xelkê Zelandayê û Misilman mil dan hev.

Banga mele ya ji bo xutbê di radyo û televîzyonan de bi zîndî hat weşandin.

Merasîma bibîranîna şehîdan li parka Heglîyê ya ku li nêzî Mizgefta Nûrê ye hat kirin.

Merasîm di radyo û televîzyonan de bi zîndî hat weşandin, Serokwezîr Casînda Ardirin û bi hezaran kes tevlî bibîranînê bûn.

Serokwezîr Ardernê beriya merasîmê bi hedîsên Pêxember (a.s) daxuyanî da û got: Zelandaya nû êşa we ji dil his dike û em tev yek in.

Li welêt banga nimêja înê di radyo û televîzyonan de bi zindîn hat dayîn.

Piştî mele bang da ji bo şehîdan 2 deqîqeyan li ser piyan rêz hat girtin.

Mizgefta Nûrê jî di êrîşên terorî de bûbû hedefa terorîstan. Meleyê Mizgeftê Gamal Fouda di xutbê de bal kişand ku teror ji bo tevahiya mirovahiyê gef e.

Meleyê Mizgeftê Gamal Fouda: Wî terorîstî bi hîsiyateke şeytanî xwest me perçe bike ji hev bike. Dilê me xemgîn e lê belê em ji hev nebûn. Tu kes nikare me perçe bike.

Piştî axaftinê xutbe hat dayîn û nimêja înê hat kirin.

Jinên Zelandaya Nû jî ji bo nîşandana hevgirtina bi Misilmanan re serê xwe girtin û wisa tevlî merasîmê bûn.

Li cihê merasîma ewlehiyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin

Di êrîşa terorê a li mizgeftên zellandaya nû de ku beriya heftiyekî çêbûbû 51 misilman şehîd ketibûn.

Dîroka nûkirinê: 22 Adar 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE