"Sekna min xizmeta gel e"

Serokê Parlementoyê û namzêdê Serokê Şaredariya Mazin Stenbolê Bînalî Yildirim derbarê namzêdiya Serokşaredariyê de axivî...

"Sekna min xizmeta gel e"

Serokê Parlementoyê û namzêdê Serokê Şaredariya Mazin Stenbolê Bînalî Yildirim derbarê namzêdiya Serokşaredariyê de got, "Piştî ku serlêdana namzêdiyê hat cî, ezê dev ji serokatiya parlementoyê berdim."

Yildirim li CNN Turkê beşdarî bernameya "40"ê ya ku Buket Aydin pêşkêş dike bû û bersiva pirsan da.

Yildirim derbarê namzêdiya Serokşaredariyê de got, "Piştî ku serlêdana namzêdiyê hat cî, ezê dev ji serokatiya parlementoyê berdim. Dema partiya min serlêdan pêkanî, ezê hingî daxwaznameya xwe ya vekişîna ji serokayetiya parlementoyê bidim."

Yildirim wiha herwiha got, "Sekna min safî ye. Sekna min xizmeta gel e. Di seknê de pirsgirêk nîn e. Sekin cuda ye, bêprensîbî cuda ye. Ez bêprensîb nîn in. Ji bo min xizmet, îbadet e. Gelê me çi bibêje ezê wê bikim. Ji bo min serokayetiya parlementoyê ji 18ê sibatê wê ve, temam e. Ezê wê demê wezîfeya xwe biqedînim."

- "Bila kes dengên Kurdan ji bo xwe weke 'di bêrîkê de ye' nebîne"

Bînalî Yildirim derbarê namzêdnîşannedana HDPê ji bo Serokayetiya Şaredariya Mezin a Stenbolê got, "Bila kes dengê Kurdan ji bo xwe weke 'di bêrîkê de ye' nebîne, emê vê di hilbijartinê de bibînin."

Bînalî Yildirim derbarê projeya Qenal Stenbolê de wiha axivî: "Hewl didin wê projeyê weke ku dê bibe sedema felaketa Stenbolê nîşan bidin, li weşanên derekî wiha tê kirin. Çimkî dê çi bibe? Ji bo Gelî dibe alternatîf. Ev jî him ji bo asayişa me ya neteweyî û him jî ji bo berjewendiyên me yên stratêjîk xwedî giringiyeke mezin e."AA

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE