"Sekna semîmî ya li dijî êrîşên tînin ser Pêxemberê me ji bo me şeref e''

"Sekna semîmî ya li dijî êrîşên tînin ser Pêxemberê me ji bo me şeref e''

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe da axivî û wiha got, "Kesên ku li ser axa Sûriyeyê rûniştine, lê bi qasî me bi DEAŞê ra têkoşîn nedane, divê êdî ev kes vê lîstika han bide alîkî. Hêza Tirkiyeyê, heke hewce bike, têrê dike ku hemû rêxistinên terorê ji Sûriyeyê paqij bike."

Erdogan diyar kir, harekatên Mertalê Feratê, Çiqlê Zeytûnê, Kaniya Aştiyê û Mertalê Biharê û helwesta bi israr a li Îdlibê behaneyek an jî wehîm nîne, bingeha wê fikarên ewlehiyê yên berbiçav in û kes wê nikaribe van fikaran înkar bike û wiha dewam kir:

"Em dibînin ku li seranserê sînorê me yê bi Sûriyeyê ra li cihên ku ne di binê kontrola me da ne, hebûna rêxistina terorê û tehdîdên wê yên dijî welatê me, digel hemû sozên ku dabûn me, zêdetir dibe û dewam dike. Heke li gor soza dabûn me hemû terorîstan ji qada me eşkere kiribû dernexin ez dixwazim bêjim ku em xwediyê mafê meşrû ne ku bi carekî hereket bikin."

Erdogan bal kişand ser têkoşîna ku Tirkiye bi DEAŞa rêxistina terorê ra dide û wiha got: "Li dijî DEAŞê bi tenê Tirkiye têkoşîna rastî dike. Rûsya êrîşî navenda perwerdeyê ya hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê dike, ev jî nîşan dide ku li herêmê hizûr û aştiya mayînde naxwazin. Kesên ku li ser axa Sûriyeyê rûniştine, lê bi qasî me bi DEAŞê ra têkoşîn nedane, divê êdî ev kes vê lîstika han bide alîkî. Hêza Tirkiyeyê, heke hewce bike, têrê dike ku hemû rêxistinên terorê ji Sûriyeyê paqij bike."

Erdogan li ser hedefên Tirkiyeyê yên 2023yan sekinî û wiha got, "Çawa ku Xazî Mustafa Kemal Paşa di Herba me ya Îstiqlalê da ji artêşa me ra gotiye 'Hedefa we ya ewil Behra Spî ye' û îstiqamet nîşan daye, îro rawestgeha me ya ewil hedefên me yên 2023yan e. Heke ku Tirkiye hedefên 2023yan bi dest bixe, wê li her qada dinyayê hebûna xwe tescîl bike."

Erdogan li ser polîtîkayên dewlet û saziyên Ewropayê yên li dijî Îslamê sekinî û wiha axivî:

"Mixabin em ji heyameke wisa ra derbas dibin ku dijayetiya Îslamê û Mislimanan, bêhediya dijî Pêxemberê me di nav rêvebirên li Ewropayê da wekî şêrpençeyê belav bûye. Ez bawer dikim ku kesên li ser navê azadiyê dijmintiya Îslamê û Tirkiyeyê dikin ew ê di lîça rikdariya xwe da bixeniqin. Ev îşaret dike ku Ewropa ji nû va ber bi heyama xwe ya hovîtiyê vedigere. Min bihîst ku bi karîkaturê şexsê min kiriye hedef. Ji ber ku ez weşanên bêexlaq ên bi vî rengî weke zul qebûl dikim û min li karîkaturê nenihêrî. Ez çi me, lazim nake der barê van bênamusên heqaretê li pêxemberê me dikin da tiştekê bêjim. Sekna semîmî ya li dijî êrîşên tînin ser Pêxemberê me ji bo me şeref e. Fransa û bi giştî Ewropa, van polîtîkayên Makron û kesên ku di hişê wî da ne û tovên bêsûd, provokatîf, kirêt û nefretê direşînin, heq nake. Em Ewropayiyên aqlê selîm dewet dikin ku ji bo xwe û ser navê zarokên xwe seba paşerojeke ronak dijî van kirinên talûke înîsiyatîfê hildin. Li axa me, li vî welatî 435 dêr, sînegog û hewra hene û ev di ewlehiya dewleta me da ne. Me midaxeleyî tu pîrozî, bawerî û îbadetên kesî nekir, nakin û em nekin. Tirkiye dewleteke qebîlê nîne, dewleteke ku Makron li gor xwe dinirxîne û nas dike jî nîne. Li Almanyayê 100-150 polêsên Alman di nimêja sibê da ketin mizgefta Mewlanayê, Şansolye Merkel nikare ji min ra vê îzah bike."

Erdogan li ser ziyareta Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ya li Lubnanê da jî wiha got, "Li Lubnanê felaketek heye, qaşo diçe wê derê ku îstiqametekê bide wir. Çawa bû, tişta ku tu lê digeriyayî, te li wê derê dît? Te nedît. Çima? Tu qewirandin. Her ku werin naskirin, ev ê werin qewirandin. Weke ku ev dixwazin Seferên Xaçparêziyê cardin bidin destpêkirin."

Erdogan li ser biryara ku Fransayê derbarê seyahata li Tirkiyê da daye jî wiha got: "Heke Fransayê derbarê seyahatan da biryarek dabe, em ê li wê biryarê binihêrin û li ser bisekinin. Em ê li dijî van gavan jî bavêjin."

Erdogan li ser şerê navbera Azerbeycan û Ermenistanê sekinî û wiha got, "Ez bi Putîn ra axivîm. Me got, 'Em êdî li Kafkasan dawî li vî karî bînin. Tu bixwazî em dikarin vî karî bi hev ra çareser bikin. Hûn bi Paşînyan ra biaxivin, ez bi birayê xwe yê Îlham ra biaxivim. Em êdî vî karî çareser bikin.' Em di vê mijarê da gaveke ji dil bavêjin. Divê em vî karî kuta bikin."

Erdogan got ku duh Bay Kemal derbarê xanima wî da hin gotin gotine û wiha dewam kir: "Heke bi qasî serê derziyê mêranî bi te ra hebe, derbarê min da biaxive, derbarê xanima min da neaxive."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE