"Sempozyuma Îradeya Neteweyî ya Ji Wesayetê Ber Bi Demokrasiyê va" dest pê kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Serokwezîra berê Tansu Çiller jî beşdarî sempozyumê dibin.

"Sempozyuma Îradeya Neteweyî ya Ji Wesayetê Ber Bi Demokrasiyê va" dest pê kir

"Sempozyuma Îradeya Neteweyî ya Ji Wesayetê Ber Bi Demokrasiyê va" ya ji hêla Wezareta Edaletê ji ber salvegera 40î ya derbeya 12ê Îlona 1980 a di dîroka demokrasiyê da wekî lekeyeke reş cih digire tê lirdarxistin, dest pê kir.

Sempozyum li Girava Demokrasî û Azadiyan tê lirdarxistin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Serokwezîra berê Tansu Çiller jî beşdarî sempozyumê dibin.

Serokomar Erdogan wê biaxive, piştî vekirina sempozyumê 2 rûniştin wê bên kirin.

Sernava rûniştina ewil ya sempozyumê "Dîroka Demokrasiyê ya Turkiyeyê û Derbe" ye moderator jî Prof. Dr. Erhan Afyoncu ye. Prof. Dr. Naci Bostancı, Prof. Dr. Haluk Alkan û Prof. Dr. Ruhi Ersoy axaftvanên vê beşê ne.

Sernava rûniştina duduyan jî "Li Turkiyeyê Darizandinên Heyama Derbeyê û Tesîrên Wê Yên Li Ser Demokrasiyê" ye, moderatorê vê rûniştinê Prof. Dr. Burhanettîn Duran e, Prof. Dr. Emîne Guney Naskalî, Prof. Dr. Mahmut Koca, Av. Dr. Huseyin Aydin û Dr. Oguzhan Bîlgîn wê di vê rûniştinê da biaxivin.

Cara ewil e ku li Girava Demokrasî û Azadiyan bernameyek tê lidarxistin.

Beriya sempozyumê Serokomar Erdogan li giravê geriya, Serokwezîra berê Çîller jî li gel wî geriya.

Di destpêka sempozyumê da kurtefîlmeke behsa rêwîtiya Turkiyeyê ya ji wesayetê ber bi demokrasiyê va dike hat nîşandan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE