''Semra Guzel li navnîşana xwe ya tê zanîn nîne û bi fermî jî derneketiye dervayî welêt''

''Semra Guzel li navnîşana xwe ya tê zanîn nîne û bi fermî jî derneketiye dervayî welêt''

Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag, "Semra Guzel li navnîşana xwe ya tê zanîn nîne û bi fermî jî derneketiye dervayî welêt."

Bozdag li Mala Hakiman ya Enqereyê bi rojnamevanan ra hat bal hev.

Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag ji bo Semra Guzela Parlamentera HDPyê ya Diyarbekirê ku parêzbendiya wê hatiye rakirin û der barê wê da biryara qefaltinê hatiye derxistin da wiha got, "Semra Guzel li navnîşana xwe ya tê zanîn nîne û bi fermî jî derneketiye dervayî welêt."

Bekir Bozdag li ser pirsa der barê neqilkirina doza kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevan ya ji bo Erebistana Siûdî wiha axivî, "Em ê nêrîna xwe îro ji wan ra bibêjin. Ji bo vê darizandinê wek wezaret em ê bi erênî fikra xwe parve bikin."

Bozdag ji bona biryarên texliyekirinên doza Adnan Oktar jî got ku Daîreya Yekemîn ya HSKyê ji bo lêpirsîna hakimên Daîreya Cezayê ya 1emîn ya BAM Stenbolê û hin dozgeran destûr da.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE