''Serê Gulanê wê heyetek here Misrê''

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: Serê Gulanê wê heyetek here Misrê

''Serê Gulanê wê heyetek here Misrê''

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Misrê ji Tirkiyeyê heyetek vexwend. Serê Gulanê wê heyetek here Misrê."

Çavuşoglu di bernameyeke NTVyê da der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê pêwendiyên Tirkiye û Misrê da wiha got, "Misrê ji Tirkiyeyê heyetek vexwend. Serê Gulanê wê heyetek here Misrê."

Çavuşoglu li ser pirsa der heqê Peymana Montroyê da diyar kir Tirkiye bi temamî Peymana Montroyê bi cî tîne û got ku ne Rûsya û ne jî dewletên din divê fikarên wan tunebe.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê qaşo komkujiya Ermeniyan da destnîşan kir heger Amerîka hiqûqa navneteweyî piştguh neke (der barê qaşo komkujiya Ermeniyan da) nikare biryareke wiha bide.

Çavuşoglu ji ber pêşniyaza ji bona Qibrîsê modêla federasyonê bi cî were wiha axivî, "Ev nabe. Hewce nake ku meriv tiştekî nabe cardin mizakere bike. Ev badilhewakirina demê ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE