"Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê di nav şermî û xizaniyê da wê biqede"

Zelenskiy ji bo Federasyona Rûsyayê ku êrîşî welatê wî kirine got ku ev şer wê di nav şermîtî û xizaniyê da biqede.

"Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê di nav şermî û xizaniyê da wê biqede"

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy ji bo Federasyona Rûsyayê ku êrîşî welatê wî kirine got ku ev şer wê di nav şermîtî û xizaniyê da biqede.

Ji ser hesabê xwe yê Telegramê Zelenskiy bangî gelê xwe kir û bi bîr xist ku şerê Rûsya-Ukraynayê ev 3 hefteye dewam dike û wiha domand: "Em hemû dixwazin ku bila demildest aştî pêk bê."

Zelenskiy destnîşan kir ku bi armanca dawî li şer bê, agirbest pêk bê û êrîşên Rûsyayê biqedin mizakere didomin û xwest ku bila herkes piçek sebir bike û wiha pê da çû: "Ev girîng e. Zehmet e lê girîng e. Lewra her şer bi peymanekê diqede. Civîn didomin."

Zelenskiy ragihand ku ji aliyekî va mizakere dewam dikin lê artêşa Ûris ji aliyekî va jî êrîşên xwe didomîne û rojnamegerên malî, biyanî û sivîlan awayek hovane dikuje.

Di berdewamiya axaftina xwe da Zelenskiy got ku eskerên Ûris li ser axa Ukraynayê sûcên şer dikin û wiha pê da çû: "Dagirker sûcên şer ên dikin, didomînin agir berî cî û waran û binesaziyên sivîlan didin. Hejmara moşekên ku Rûsyayê li Ukraynayê avêt ji 900î derbas bû. Jimartina êrîşên hewayî yên kirine jî ne mimkune.

Xîtabî gelê Ûris kir

Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy bangî gelê Ûris kir û ji gel û karsazan xwest ku bila li hemberî şer dengê xwe bilind bikin, li dij derkevin û got ku şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê wê di nav şermî û xizaniyê da biqede.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE