"Serdan li Libyayê bû sedema kêfxweşiyeke mezin"

Çavuşoglu dema ku ji Trablûsa paytexta Libyayê vegeriya Stenbolê derheqê serdana xwe ya bo wî welatî ku digel Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin kiribû nirxandin kirin.

"Serdan li Libyayê bû sedema kêfxweşiyeke mezin"

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ku serdana heyeta Tirk bo Libyayê li wî welatî bûye sedema kêfxweşiyê û wiha got, "Armanca serdana me diyar e: Bi mebesta hê bihêztir dupatkirina piştevaniya xwe bo Libyayê me ev serdan li dar xist."

Çavuşoglu dema ku ji Trablûsa paytexta Libyayê vegeriya Stenbolê derheqê serdana xwe ya bo wî welatî ku digel Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin kiribû nirxandin kirin.

Çavuşoglu anî ziman ku serdaneke gelekî giring bo Libyayê kirine û got, "Dema em vegeriyan jî me xebereke gelekî giring berî nuha sitend. Ji bo Serokatiya Lijneya Giştî ya 75emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) cara yekem balyozekî Tirk û Parlementerê me yê Stenbolê, Serokê Komisyona Karûbarê Derve yê TBMMê birayê me yê mezin Balyoz Volkan Bozkir hat hilbijartin.

"Serdan li Libyayê bû sedema kêfxweşiyeke mezin"

Çavuşoglu tekezî li wê yekê kir ku bi fermana Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Libyayê kirine û got, "Serdana me li wî welatî bû sedema kêfxweşiyê. Armanca serdana me diyar e. Bi mebesta hê bihêztir dupatkirina piştevaniya xwe bo Libyayê me ev serdan li dar xist. Herwiha di vê serdanê de me li ser wê yekê bi hûrgilî gotûbêj kir ka em çawa dikarin hevkariya xwe bipêş bixin."

Çavuşoglu destnîşan kir ku di serdanê de li ser gavên ku li qadê dê biavêjin axivîne û behsa têkiliyên siyasî kirine û wiha pêde çû:

"Hûn dizanin derbarê sînordarkirina qadên desthilatdariya deryayê de zebteke mitabeqetê heye ku me digel Libyayê îmza kiriye. Derbarê enerjiyê, hevkariya li Deryaya Spî û gavên ku emê biavêjin, em li ser van hemiyan axivîn. Li ser agirbesteke mayinede li Libyayê û çareseriya bi rêya diyalogê jî me danûsatana fikrê kir. Ka emê ji nuha û pê de çawa xebatên xwe di bin banê NYê de bimeşînin, digel gavên ku emê bi civaka navneteweyî re biavêjin, me ev jî nirxandin."

Çavuşoglu anî ziman ku serdan gelekî têr û tije derbas bûye û got, "Weke hûn dizanin berî nuha li Terhûneyê gorên bi komel derketin. Ji bo vê jî bibin Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî em piştevaniya hewlên Libyayê dikin. Pêdivê hesabê van kuştinên komî yên ku mirovahî wan red dike, bê pirsîn û berpirsên wê jî derkevin dadgehê."

 "Me rehenda aborî ya têkiliyên xwe jî gotûbêj kirin"

Wezîr Çavuşoglu anî ziman ku li ser mijarên weke koçê yên bi Tirkiye û Libyayê re peywendî dar jî axivîne û got, "Deynên nesitandî yên fîrmayên em yên ku di rabirdûyê de li wêderê xebat kiribûn hene. Ev mixabin ji ber şer nehatibûn tehsîl kirin. Hê jî proje û veberhênanên ku temam nebûne mane. Wate me derfeta nirxandina têkiliyên xwe yên aborî jî dît."

Çavuşoglu herwiha got ku heyeta Tirk digel Serokwezîrê Libyayê Fayiz Serac, Wezîrê Karê Derve yê Hikûmeta Mitabeqta Libyayê Mihemed Tahir Siyala û Serokê Konseya Dewletê ya Bilind a Libyayê Xalid Meşrî jî civiyaye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE