Serdana Elmanyayê ya Serok Erdoğan

Serdana Elmanyayê ya Serok Erdoğan

Serok Recep Tayyip Erdoğan piştî hevdîtinên xwe yên li Emerîkayê îro dê biçe elmanyê. erdoğan dê li wir, bi serokkomarê elmanyê steînmeîer û serokwezîr angela merkelê re bicive.

Serok Recep Tayyip Erdoğan di roja ewil a gera xwe ya Elmanyê de, wê ligel nûnerên saziyên sivîl civînê bike.

Erdoğan dê sibê jî hevdîtinên fermî pêk bîne.

Serokkomarê Elmaayê Steinmeier dê sibê bi awayekî fermî pêşwaziya Erdoğan bike.

Piştî hevdîtina ligel hevmeqamê xwe, dê Serok Erdoğan bi serokwezîr Angela Merkelê re bicive.

Ew ê hevdîtinê dê bêhtir li ser aborîyê bipeyîvin.

Dê têkiliyên bazirganiyê, projeyên veguhastin û pîşesaziya parastinê jî binirxînin.

Piştî hevdîtina Erdoğan û Merkelê, civîna hevpar a çapemeniyê dê were lidarxistin.

Serok Erdoğan roja dawî ya gera xwe wê biçe Kolnê.

Serok li wê derê dê bi Tirkan re bicive.

Herwiha Serok pişt re li Kolnê, dê bi merasîmekê mizgefta navendî ya yekîtiya îslamî ya Tirk a Diyanetê veke.

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 13:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE