Serdozgerê Erebistana Siûdî Suud el-Macîb di çarçoveya lêpirsîna kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi da ket serkonsolosxaneya Stenbolê ya welatê xwe.
Macîb piştî ku li Çaglayanê di Seraya Edaletê ya Stenbolê da bi Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ra hevdîtin kir, bi heyeta xwe ra derbasî avahiya serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî ya li Leventê bû.
Ji aliyekî din va jî mensûbên çapemeniyê yên xwemalî û biyanî li ber Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hê geşedanên li ser kuştina Kaşikçi dişopînin.
AA