Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê der barê Fîkrî Saglarê CHPyî da ji ber sûcê "gel ji bo kîn û dijminatiyê tehrîk dike û biçûk dibîne" lêpirsîn da destpêkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat gotin Fîkrî Saglar di 30yê çileya pêşîn da di bernameyeke televizyonê da wiha gotiye: "Ez dikevim şikê ku dema ez derketim pêşberî hakimeke sergirtî gelo ewê edaletê biparêze. Jê hinek wek milîtanan û bi îdeolojiyê tevdigerin, divê dijî vê têkoşîn bê dayîn."
Hat gotin ji ber van gotinên Saglar di çarçoveya Qanûna Cezaya Tirkan madeya 216emîn da ji ber sûcê "gel ji bo kîn û dijminatiyê tehrîk dike û biçûk dibîne" lêpirsîn hat destpêkirin.
AA