Salvegera 96emîn a 30ê Tebaxê Eyda Serkeftinê li hemû welêt û nûnertiyên derveyî welêt bi coş û peroşeke mezin tê pîrozkirin.
Di çarçoveya pîrozbahiyan da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê Anitkabîrê ziyaret bike.
Serok Erdogan wê li Kulliyeya Serokomariyê pîrozbahiyên 30ê Tebaxê Eyda Serkeftinê qebûl bike, li Dibistana Herba Bejayê beşdarî Merasima Dêrçûnê ya Dibistanên Herbê yên Zanîngeha Parastinê ya Neteweyî bibe, li Kulliyeya Serokomariyê resepsiyonê bide.
Bi beşdarbûna Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu va bi duruşmeya "Ji Kocatepeyê Heta Dumlupinar-Zafertepeyê, Di Rêya Ku Diçe Serkeftinê" va li Kutahyayê çalakiya 30ê Tebaxê Eyda Serkeftinê wê were lidarxistin.
AA