Serkonsolê Türkiyeyê yê li Hewlêrê Karaçay: Bûyera lêdana kesê Iraqî li Mêrsînê bûyereke edlî ye

Karaçay anî ziman ku Türkiye ji bo welatiyên Iraqê navendeke geştiyariyê ye û salê bi sedhezaran welatiyên Iraqê ji ber sedemên curbicur yên weke geştiyarî, bazirganî, aborî, dermankirin û perwerdeyê serdana Türkiyeyê dikin. 

Serkonsolê Türkiyeyê yê li Hewlêrê Karaçay: Bûyera lêdana kesê Iraqî li Mêrsînê bûyereke edlî ye

Serkonsolê Türkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay derbarê bûyera li Mêrsînê destnîşan kir ku bûyer bi sedema qezaya trafîkê çêbûye, kesekî Iraqî rûbirûyê şîdetê maye lê ew bûyer bûyereke edlî ye. Eleqeya wê bi parvekirinên li ser medyaya civakî tune ye.

Karaçay anî ziman ku parvekirinên li ser medyaya civakî yên derbarê bûyera li Mêrsînê digel îdiayên ku ji aliyê hinek derdoran ve tên kirin, dişopînin.

Karaçay wiha got, "Birastî ti eleqeya wan parvekirinên li ser medyaya civakî bi rastiyê nîn in, bûyer bûyereke edlî ye."

Karaçay anî ziman ku Türkiye ji bo welatiyên Iraqê navendeke geştiyariyê ye û salê bi sedhezaran welatiyên Iraqê ji ber sedemên curbicur yên weke geştiyarî, bazirganî, aborî, dermankirin û perwerdeyê serdana Türkiyeyê dikin. 

Karaçay bûyera Mêrsînê wiha nirxandin:

"Ji bo tekezî li wê yekê bikim ku ew îdiayên tên kirin bê binema ne, pêdivê hinekî rohnî bikim. Welatiyekî Iraqê dema ber bi Mêrsînê ve diçû têkilî qezayeke trafîkê dibe. Piştî vê qezeyê de yên ku di hundirê 2 wesayitên di nava qezayê de nîqaşê dikin. Di demeke kurt de nîqaş dibe pevçûn û kesê Iraqî rûbirûyê şîdetê dimîne."

Karaçay herwiha got, "Meqamên me yên edlî, rayedar piştî bûyerê demildest dest bi tehqîqatê kirin. Helbet yê mayî aidî dadgehên Türkiyeyê ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE