Serok: Em teqawidbûna zû maqûl nabînin

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em teqawidbûna zû di pergala xwe ya ewlehiya civakî da maqûl nabînin, lê di siyasetê da ev rê her dem vekirî ye."

Serok: Em teqawidbûna zû maqûl nabînin

Serokomar û Serokê Giştî yê AK PartiRecep Tayyîp Erdogan, "Em teqawidbûna zû di pergala xwe ya ewlehiya civakî da maqûl nabînin, lê di siyasetê da ev rê her dem vekirî ye."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan bal kişand ser teqawidbûna zû û wiha got: "Em teqawidbûna zû di pergala xwe ya ewlehiya civakî da maqûl nabînin, lê di siyasetê da ev rê her dem vekirî ye."

Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir li tu dereke dinyayê temenê teqawidbûnê 38 nîne û wiha got: "6,3 milyon kesên di teqawidbûnê da dikevin ber astenga temen hene. Ji wan 1,3 milyon kes dikarin teqawid bibin û yên mayîn jî dikarin daxwaza teqawidbûnê bikin. Maliyeta vê pêşniyazê ji bona welatê me salane 26 milyar lire ye. Dema yên dikarin ji teqawidbûna zû îstifade bikin jî bên hesibandin ev reqem 750 milyar lire ye. Di heyameke ku em şerê aboriyê yê rizgariyê didin da gelo rast e ku em vî barî bidin ser milê gelê xwe? Ez ji gelê xwe dipirsim."

Serok Erdogan diyar kir amadehiyên budçeya ewil a pergala rêvebiriya xwe ya nû temam kirine û wiha peyivî: "Em înşallah sibê teklîfa Qanûnan Budçeyê ya Rêvebiriya Navendî ya sala 2019an pêşkêşî Meclisê dikin."

Erdogan destnîşan kir burokratên ji bo meqamê xwe dikevin fikaran lazim nînin, burokratên ji bo berpirsyariyên xwe bi cî bînin hewl didin, têkoşînê didin û kar dikin lazim in û wiha axivî: "Kî ji bo ku payeya xwe nede der pasîf bûye bira bizanibe ku li ber çavên me ew kesa ji parçeyên ekîba me nîne. Dema giliyê wiha werin guhê me emê li hêstrên çavê tu kesî mêze nekin."AA

Dîroka nûkirinê: 16 Cotmeh 2018, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE