Serok Erdogan: "Aştiya li Sûriyeyê girêdayî pêwendiyên Türkiye û Rûsyayê ne"

Erdogan û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimîr Putîn li Avahiya Fermî ya Serokatiya Dewletê hatin bal hev.

Serok Erdogan: "Aştiya li Sûriyeyê girêdayî pêwendiyên Türkiye û Rûsyayê ne"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Gavên ku der barê Sûriyeyê da bi hev ra diavêjin zehf girîng in. Aştiya li wir jî dîsa girêdayî pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê ne."

Erdogan û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimîr Putîn li Aavahiya Fermî ya Serokatiya Dewletê hatin bal hev.

Serokomar Erdogan di beşa vekirî ya civînê da destnîşan kir gavên ku der barê Sûriyeyê da bi hev ra diavêjin zehf girîng in û got ku aştiya li wir jî dîsa girêdayî pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê ne.

Erdogan destnîşan kir bi taybetî di wê baweriyê da ye ku lazim e pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê hê zexim bikin û bidomînin û wiha axivî, "Di Lijneya Giştî ya NYê da kesên melûm bi taybetî hin meseleyan pirsîn. Me jî bersivên hewce dikirin dan wan. Lewra em nikarin ji gavên me avêtine paşda gav biavêjin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE