Serok Erdogan bi Aliyev re bi têlefonê axivî

Serok Erdogan bi Aliyevê Serokkomarê Azerbeycanê re bi têlefonê axivî

Serok Erdogan bi Aliyev re bi têlefonê axivî

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku Serok Erdogan di axaftinê da ji bo salvegera sala 102yê ya rizgarkirina Bakuyê ya ji dagirkeriya Ermenî û Bolşewîkan Serokomar Aliyev û xelkê Azerbaycanê pîroz kir.

Erdogan diyar kir ku 102 sal berê Artêşa Îslamê ya Kafkasê di fermandariya Nurî Paşa da bi Artêşa Neteweyî ya Azerbeycanê ra dijî dijminan şer kir û serfiraziyeke mezin bi dest xistin, rihma Xwedê li hemû şehîd û xaziyên vê têkoşînê bibe.

Serok Erdogan destnîşan kir ku hevkarî, piştevanî û bihevrabûna Türkiye û Azerbeycanê ya ji bo mewcûdiyetê li dijî tehdîdên mezin hat dayîn li dinyayê mînak e û peyam e.

Erdogan got ku wekî berê, îro jî ji bo hêzdarkirina hevkariyê û kûrkirina têkiliyên Türkiye-Azerbeycanê di hemû qadan da bi şîara "du dewlet, miletek"ê bi biryardarî dimeşin, Türkiye her tim li cem Azerbeycaneke hêzdar e.

Serok Erdogan destnîşankirin ku di salvegera rizgariya Bakuyê da Türkiye jî bi Azerbeycanê ra heman şahiyê dike û gelê bira yê Azerbeycanê ra silav şand.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE