Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyev bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokomariya Azerbeycanê hat dayîn, Erdogan û Eliyev bi têlefonê axivîn, eyda hev pîroz kirin û ji bo gelên Tirkiye û Azerbeycanê daxwaz û hêviya qencî û xweşiyê kirin.
Her du pêşengan ji bo têkiliyên dostanî û biratiyê yên navbera Tirkiye û Azerbeycanê gotin ku wê dewam bikin û li ser mijarên paşeroja têkiliyan sekinîn.
Erdogan deweta Eliyev ya çûyîna Azerbeycanê qebûl kir.
AA