Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji kaptanên keştiya ku li peravên Nîjeryayê rastî êrîşa korsanan hat, bi Furkan Yaren ra du caran bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Serokomar Erdogan agahdar bû ku keştî bi sê personelên xwe va filitî û ber bi Gabonê hereket kir, her wiha Erdogan pêvajoyê ji nêz va dişopîne û ji bo rizgarkirina personelên keştiyê yên hatine revandin, telîmat da hemû rayedaran.
AA