Serok Erdogan bi Mîchel û Merkelê ra hevdîtina bi vîdeo konferansê ya sêalî kir

Serok Erdogan bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Mîchel û Serokwezîra Almanyayê Merkelê ra hevdîtina bi vîdeo konferansê ya sêalî kir.

Erdogan destnîşan kir divê rewşa ji bona kêmkirina rageşiyê û meşandina diyalogê derketiye holê bi gavên dualî bê parastin. 

Erdogan diyar kir ji bona pêşvabirina kanalên diyalogê ka meseleya mutebeqat wê çawa bimeşe gavên Yewnanistanê zehf girîng in.

Erdogan got ku li gorî qinaeta min ji konferanseke herêmî ku digel Tirkên Qibrîsê hemû teref beşdar bibin û bê amadekirin wê biryarên erênî derkevin.

Di civîna sêalî da geşedanên li Rojhilatê Behra Sipî hatin gotûbêjkirin û hat gotin ku Tirkiye û Yewnanistan ji bona hevdîtinên îstikşafî amade ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE