Serok Recep Tayyîp Erdogan Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed Al Saniyê ji bo Civîna Komîteya Stratejîk a Bilind ya Tirkiye û Qeterê ya 6emîn hatiye Tirkiyeyê bi merasimê va pêşwazî kir.
Erdogan Al Sanî li ber deriyê Kuliyeya Serokkomariyê pêşwazî kir.
Piştî wan cihê xwe hilda sirûda herdu welatan hat gotin û 21 pare top hatin avêtin.
Al Sanî silav da eskerên Qitaya Merasima Alaya Parastinê.
Di merasimê da alayên 16 dewletên Tirk sembolîze dikin û eskeran jî cih girt.
Erdogan û Al Sanî heyeta xwe bi hevdu dan nasandin û rojnamevanan li ber alaya Tirkiye û Qeterê wêneyê wan kişand.
Piştî civîna wan qediya ewê bi heyetan ra jî bicivin û hin peymanên di navbera herdu welatan da wê bên îmzekirin.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşogu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmailoglu, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahim Kalin, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn, Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş jî di civînê da amade bûn.
AA