Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Federasyona Rusyayê Vladimir Putîn ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn, di axaftina bi têlefonê da aborî di serî da li ser gavên xurtkirina têkiliyên dualî û mijarên tevkariya têkoşîna şewba Kovîd-19ê sekinîn, her wiha geşedanên li Lîbya û Suriyeyê û mijarên herêmî hatin nirxandin.
Erdogan û Putîn mitabiq man ku digel xurtkirina têkiliyên herdu welatan, aştiya herêmî, ewlehî û îstiqrar bi kordîne dewam bike.
AA