Serok Erdogan bi Putîn ra li ser Qerebaxa Çiyayî axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ra li ser têlefonê axivî.

Serok Erdogan bi Putîn ra li ser Qerebaxa Çiyayî axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ra li ser têlefonê axivî.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê da hat diyarkirin ku di axaftinê da li ser gavên qeyînkirina têkiliyên Türkiye-Rûsyayê axivîn, geşedanên agirbesta Qerebaxa Çiyayî, navenda hevpar a Tirk-Ûrisan a kontrola agirbestê hatin nirxandin.

Serok Erdogan di axaftinê da diyar kir ku Türkiyeyê ji bo pêkanîna aştî û îstiqrara herêmê ew ê tevkariya lazim dike û piştgiriyê bide.

Erdogan got dixwazin şertan pêk bînin ku li Qerebaxa Çiyayî Azerbeycanî û Ermenî hewcedariya xebatên çavdêriyê û hêza aştiyê nebînin bi hev ra bijîn, dema ev bibe jî ew ê carekî dîsa dinyayê encamên çêker ên hevkariya Tirk-Ûrisan bibîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE