Serok Erdogan bi Putîn re axivî

Serok Erdogan bi Putîn re axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn bi têlefonê axivîn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê hat diyarkirin di axaftina Serok Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn da mijarên bihevguherandina di navbera Rûsya û Amerîkayê da ku duh li Tirkiyeyê pêk hat û geşedanên dawîn yên şerê li Ukraynayê hatin gotûbêjkirin.

Li gor agahiyan Putîn ji ber ku Konstantîn Yaroshenkoyê pîlotê Rûsyayê û Trevor Reedê piyadeyê behrê yê Amerîkayê di çavdêrî û kordînasyona Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) da li Tirkiyeyê bi hev hatin guherandin sipasiya Serok Erdogan kir.

Hat diyarkirin Serok Erdoganê di axaftinê da bal kişand ser rola MÎTê ya di pêvajoya guherandinê da diyar kir ku divê hevkarî û diyaloga di navbera yekeyên îstixbaratê da bidome.

Li gor agahiyan Serok Erdogan destnîşan kir ku domandina hevkarî û diyaloga di navbera yekeyên îstixbaratê da wê rê li ber trajediyên li herêmê bigire û feydeyê bide îstiqrarê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Erdogan di axaftinê da diyar kir ji bona şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da bi dawî bibe amade ne ku bar hildin ser xwe û di rêya aştiyê da ji bona navbeynkariyê amade ne.

Li gor agahiyan Serok Erdogan ji Putîn ra destnîşan kir ku divê rewşa erênî ya di hevdîtinên li Stenbolê da çêbûye zêde bikin û got ku em dixwazin demildest aştiyeke mayînde li herêmê çêkin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE