Serok Erdogan bi Qralê Malezyayê û Mîrê Qeterê ra li ser êrîşên Îsraîlê axivî

Serok Erdogan bi Qralê Malezyayê û Mîrê Qeterê ra li ser êrîşên Îsraîlê axivî

 Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Siltan Ebdilah Riayatuddin Al-Mistefa Billah Şahê Qralê Malezyayê û Al Saniyê Mîrê Qeterê ra bi têlefonê axivî.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê da hat diyarkirin ku di axaftinê da li ser êrîşên Îsraîlê yên dijî Mescida Eqsayê û Filistîniyan axivîn.

Serok Erdogan di axaftinê da got li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Mescîda Eqsayê û zilma li welatiyên Filistînê tên kirin dibê bibin yek. Erdogan got bawer dike ku Tirkiye û Malezya ew ê di mijara êrîşên Îsrîalê yên dijî Mescida Eqsayê da bi taybetî li Neteweyên Yekbûyî û Teşîkîlata Hevkariya Îslamî li hemû platforman hevkariyê bikin.

Serok Erdogan bi Al Saniyê Mîrê Qeterê ra bi têlefonê axivî. Di axaftinê da li ser êrîşa ku Îsraîl dibe ser Mescida Eqsayê û Filistîniyan sekinî.

Erdogan destnîşan kir, ji bo ku li dijî êrîşên Îsraîlê welatên herêmê û raya giştî ya navneteweyî têkevin dewrê, xebatên Tirkiye û Qeterê girîng in.

Erdogan bal kişand ser girîngiya xebatên Tirkiye û Qeterê yên ji bo welatên herêmê û raya giştî ya navneteweyî li dijî êrîşên Îsraîlê tevbigerînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE