Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di peywendiyê de li ser hevkariya saziyên kamû û yên kerta taybet ên Tirkiyeyê û şirketê de di qadên weke teknolojiyên peykê û fezayê de hat axaftin.
Hat ragihandin ku di peywendiyê de herwiha mijarên weke wesayitên otonom ên ser ceyranê û aboriya dijîtal hatin gotûbêjkirin û gavên ji bo geşepêdana veberhênanên mawe dirêj û hevkariya heyî hatin nirxandin.
Herwiha behsa hevkariya ji bo bateriyên lîtyum ên ku di TOGGa wesayita xwemalî de bên bikaranîn hat kirin û herwiha mijara maweya pêvajoya pekandina peyka TURKSAT 5-A û peyka TURKSAT 5-Byê yên ku bi navgîniya SpaceXê bo fezayê hatin pekandin, hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê de bal kişand ser xebatên din ên ku Tirkiyeyê di çarçoveya Bernameya Fezayê ya Neteweyî de kirine.
AA