Serok Erdogan bi rêya vîdeo konferansê beşdarî Civîna G20ê bû

Serok Erdogan bi rêya vîdeo konferansê beşdarî Civîna Derasayî ya Serokên G20ê bû

Serok Erdogan bi rêya vîdeo konferansê beşdarî Civîna G20ê bû

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi rêya vîdeo konferansê beşdarî Civîna Derasayî ya Serokên G20ê ya bi mijara vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) bû.

Erdogan ji Koşka Huberê beşdarî civînê bû.

Erdogan di daxuyaniya xwe ya piştî civînê de got, "Herwekî ku me di serdema qeyrana fînansî ya kûrewî de kir divê demildest em destbikar bibin."

Serok Erdogan got, "Ez bang li hemî welatan dikim ku heta hemî mirovayetî nefeseke rehet bistîne, bila bi şêweyekî adîlane beşdarî têkoşîna bi qeyrana tendirustiyê ya kûrewî bibin. Pêdivê zanyariyên civandî yên derbarê kontrola şewbê, teşxîs û dermankirina wê de bên parvekirin. Hemî rênimayên neteweyî yên ku em deynin, gelekî giring e ku bi rênimaya Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê re guncaw be û ji bo hevkariya navneteweyî hander be."

Serok Erdogan wiha pê de çû:

"Şewba Kovîd-19ê careke din giringiya hevkariya G20ê û ruhê wê yê lihevkirinê derxist holê. Di vê pêvajoyê de pêdivê em bibin rêber û herwiha xwedî berpirsiyarî û hevkarekî di asta kûrewî de. Em dibînin ku di warê têkoşîna dijî şewbê de gelek ji wan dewletên pêşketî jî rûbirûyê dijwariyên berbiçav in. Pêdivê di vê pêvajoyê de ji bo herêmên di bin tesîr şer de û civakên ku rîsk li ser wan e, em çavkaniyên fînansmanên alîkariya mirovî seferber bikin."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahim Kalin û Rayedarê Tirkiyeyê yê G20ê Hayrettîn Demircan jî di civînê da amade bûn.

Welatên G20ê ji bilî Tirkiyeyê, ji Almanya, Amerîka, Arjantîn, Awistralya, Brezîlya, Çîn, Endonezya, Fransa, Afrîkaya Başûr, Koreya Başûr, Hindistan, Îngiltere, Îtalya, Japonya, Kanada, Meksîka, Rûsya, Erebistana Siûdî, Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk tê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE