Serok Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ra bi têlefonê axivî

Serok Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ra bi têlefonê axivî

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Vladimir Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Erdogan û Putîn li ser li ser mijarên geşedanên Filistînê û ji bo Tirkiyeyê sewqkirina aşiya Sputnîkê sekinîn.

Erdogan got Tirkiye û Rûsya di mijara geşedanên li Qudsê da wekî hev difikirin, nîşandana vê fikrê peyameke girîng e.

Erdogan diyar kir, beriya ku krîz zêdetir mezin bibe divê Konseya Ewlehiyê ya NYyê midaxilê mijarê bibe û ji bo ku Îsraîl êrîşan bide sekinandin peyamên zelal bide.

Erdogan di axaftina ku bi Putîn ra kir da got ku li ser fikra ji bo parastina sivîlên Filistînê şandina hêza navneteweyî dibê bixebitin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn jî Eyda Remezanê ya gelê Tirkiyeyê pîroz kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE