Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Mîchel ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Ragihandinê di axaftina Erdogan-Mîchel da li ser geşedanên li Rojhilatê Behra Spî û têkiliyên Tirkiye-YEyê sekinîn.
Serok Erdogan di axaftinê da got ku di mijara pêşîlêgirtina pêngavên Yewnanistan û hin welatên endamên YEyê yên ku li Rojhilatê Behra Spî û Egeyê rageşiyê zêde dikin da YE divê di çarçoveya heqaniyetê da berpirsyariya dikeve serê bi cî bîne.
Erdogan di axaftinê da destnîşan kir ku gotin û pêngavên fîtker ên siyasetmedarên Ewropayî yên di mijarên herêmî da dê ji bo çareseriyê xizmet neke û diyar kir ku helwesta YEyê ya li Rojhilatê Behra Spî dê ji hêla hiqûqa navneteweyî û aştiya herêmî va bibe testa samîmiyetê.
Erdogan bangî sazî û welatên endam ên YEyê kir ku di hemû mijarên herêmî da adil û bêteref bin û berpirsyar tevbigerin.
AA