Serok Erdogan bi Serokê Putîn re bi têlefonê axivî

Serok Erdogan bi Serokê Dewleta Rusyayê Putîn re bi têlefonê axivî.

Serok Erdogan bi Serokê Putîn re bi têlefonê axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putîn re bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn, Erdogan û Putîn turîzm, gîhandin, vejen û aborî di serî da li ser gavên ku wê têkiliyên herdu welatan di gelek qadan da xurt bike, sekinîn; gavên têkoşîna hevpar a dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nirxandin.

Erdogan û Pûtîn di axaftina xwe da ser geşedanên Rojhilata Behra Spî û Lîbyayê sekinîn û girîngiya domandina tevkarî û diyalogê derxistin pêş.

Herdu pêşeng mitabiq man ku li Suriyeyê bi rêya kanalên eskerî û dîplomatîk têkiliya Türkiye û Rusyayê dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE