Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ra bi têlefonê xeberda.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, her du serokomar li ser têkiliyên Tirkiye û Îranê axivîn û li ser mijarên herêmî sekinîn
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir, Tirkiye di demeke herî nêz da wê li Tehranê Civîna Konseya Tevkariyê ya Payebilind bikin û seba peymanên ku wê di vê çarçoveyê da werin îmzekirin, xebat dewam dikin.
Serokomar Erdogn daxuyand, ji aliyekê va jî ew hewl didin ku li Kafkasyayê aştî û îstiqrar bi ser keve, di vê çarçoveyê da wan bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ra Platforma 3+3yê ava kir û di civîneke din a platformê da ew dixwazin wekî Tirkiyey mazûvaniyê bikin.
AA