Serok Erdogan bi serokomarên Efxanistan û Qirxizistanê ra bi têlefonê axivî

Serok Erdogan bi serokomarên Efxanistan û Qirxizistanê ra bi têlefonê axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Mahatîr Mihemedê Serokwezîrê Malezyayê, Sadir Caparovê Serokomarê Qirxizistanê û Xaniyê Serokomarê Efxanistanê ra axivî

Serok Erdogan bi Mihemedê Serokwezîrê Malezyayê yê berê ra axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Mahatîr Mihemedê Serokwezîrê Malezyayê yê berê ra li ser têlefonê axivî.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê da hat diyarkirin ku Erdogan û Mihemed Eyda Remezanê ya hevdu pîroz kirin.

Di axaftinê da tundî û êrîşên li ser Filistînê yên Îsraîlê hatin nirxandin.

Serok Erdogan bi Caparovê Serokomarê Qirxizistanê ra axivî

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê da hat diyarkirin ku Erdogan û Caparov eyda hev pîroz kirin.

Di axaftina herdu Serokkomaran da têkiliyên dûalî û geşedanên herêmî hatin nirxandin û Erdogan got di hewlên ji bo dersê bidin Îsraîla êrîşî Mescîda Eqsayê, Xezeyê û Filistîniyan dike da dixwazin Qirxizistanê li cem xwe bibînin.

Serok Erdogan bi Xaniyê Serokkomarê Efxanistanê ra bi têlefonê axivî

 Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Eşref Xaniyê Serokomarê Efxanistanê ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê hat dayîn, Erdogan û Xanî eydên hev pîroz kirin.

Erdogan û Xanî li ser têkiliyên dualî û geşedanên herêmî jî sekinîn û Erdogan destnîşan kir, ew li dijî êrîşên wehşiyane yên ku Îsraîl dibe ser Filistînê di hemû platforman da xebatan dimeşînin û di van xebatan da hebûna Efxanistanê girîng e.

Erdogan diyar kir, weke her wextî Tirkiye wê di vê heyama krîtîk da jî ligel Efxanistanê be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE