Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîra Qraltiya Yekbûyî Theresa Mayê bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Serokomariyê hat hildan, axaftina li ser têlefonê îro çêbû û li ser têkiliyên herdu aliyan û mijarên rojane û herêmî sekinîn.
Serok Erdogan û Serokwezîra Îngiltereyê May li ser têkiliyên aborî û bazirganî sekinîn û bal kişandin ser zêdetir xurtkirina veberhênanên herdu aliyan
Di axaftinê da biryar hat dayîn ku Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak û hevpîşeyên xwe yên Îngiliz di demeke kin da werin bal hev û hat gotin ku Îdlib di serî da li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê jî sekinîn.
AA