Serok Erdogan bi Serokwezîrê Swêdê Andersson ra bi têlefonê axivî

Serok Erdogan bi Serokwezîrê Swêdê Andersson ra bi têlefonê axivî

Serokomar Erdogan bi Serokwezîrê Swêdê Magdalena Andersson ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di axaftinê da Erdogan û Andersson li ser daxwaza endamtiya NATOyê ya Swêdê sekinîn.

Serokomar Erdogan di axaftinê da dubare kir ku divê Swêd wekî têkoşîna terorê di mijarên sereke ên seba Tirkiyeyê girîng da gavan bavêje.

Erdogan daxuyand ku divê Swêd li dijî PKK/PYD/YPGya rêxistina terorê helwesta xwe biguherîne û gavên berbiçav biavêje, di vê çarçoveyê da Swêdê tu gavên berbiçav neavêtin û dilê Tirkiyeyê rehet nekir.

Serokomar Erdogan destnîşan kir, ew li bendê ne ku ambargoya çekan û tengavkirinên qanûnî û pratîk ên ji bo sanayiya parastinê werin rakirin, ew dixwazin di hemû mijaran da soz bên dayîn û gavên berbiçav bên avêtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE